Serrûpel Nûçe Leşkeran gule berdane zarokê 10 salî

Leşkeran gule berdane zarokê 10 salî

Belav bike

Li gundê Heşetê ku, bi navçeya Sêrtê Berwariyê re girêdayiye, leşkerên artêşa Tirkiyê gule  reşandin ser gundiyan. Di encama bûyerê de, Ferhat Çagla yê 10 salî birîndar bû. Zarokê 10 salî rakirine nexweşxanê û tê diyarkirin ku, talukeya jiyana Ferhat Çagla dewam dike.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a DÎHAyê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle), piştî êrîşa li dijî qereqolê Heşetê (Belenoluk) a HPGê, leşkerên qereqolê gule berdane gundiyan.
Xizmê Ferhat Çagla, Abdulkerîm Çagla bertek nîşana bûyera da û diyar kir ku, li wira ti operasyon û pevçûn tinebûn. Leşkeran gule berdana gundiyan ji xwe re kirine adet, êdî biroj gundîyan gulebaran dikin.