Serrûpel Nûçe Walî: Hûn çawa miletê Tirk in! çaya qaçax difroşin

Walî: Hûn çawa miletê Tirk in! çaya qaçax difroşin

Belav bike

Li bajarê Osmaniyê, Waliyê Osmaniyê Celalettîn Cerrah, piştî merasîma “cejna serfiraziyê a 30ê tebaxê” li parqekê bi gel re hate ba hev. Esnafek çû cem walî û jê pirsî, “waliyê min çaya min a qaçax heye tu vedixwî?”
Waliyê Osmaniyê yê simbêlboq Celalettîn Cerrah, li ser vê sor bû û bertekeke tund da hemwelatî û esnafên bajêr. Walî dibêje, “hûn çawa hemwelatiyên Tirk in, hûn çaya qaçax û tituna qaçax dikirin, vedixwin û carna jî dibêjin, bi qehr be PKK, gelo ma wisa dibe, hûn çawa miletên Tirk in? Ku hûn dixwazin PKKê re piştgiriyê bikin, bila PKK polîsên Tirk bikuje, çaya qaçax vexwin, cixara qaçax bikişînin, nefta qaçax bikarbînin, ez hîn ji we re çi bibêjim…”