Li gor çavkaniyên deverê bi taybet li bajarên weke Hesekê, Serêkaniyê û Dirbêsiyê û gundên bi ser van baran ve li tax û deverên Ereb û Kurd lê dimînin bi darê zorê ciwanên Kurdan dibin leşkeriyê. Her weha hate zanîn ev li dora 4 rojane hêzên rejîma Esed li van tax û deveran digerin. Hêjayî gotinê ye, ji dema bûyer li Sûriyê qewimîn ve bi dehan ciwanên Kurd di leşkeriyê de hatine kuştin, çarenûsa bi sedan ciwanên Kurd di leşkeriyê de nediyare û gelek ciwan jî ji artêşa rejîmê veqetîne û ciwanên Kurd êdî qebûl nakin leşkeriya Sûriyê bikin.
Avestakurd