Serrûpel Nûçe Welatparezê Kurd Hisênê Heso wefat kir

Welatparezê Kurd Hisênê Heso wefat kir

Belav bike

 

Rehmetî  Hisênê Heso di sala 1932an de li gundë Hêştrekê girêdayî bajarê Midyadê hatibû dinê. Hisênê Heso, yek ji endamên yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye (PDK- T) bû. Heta roja wefata xwe jî di nav rëzên Partiya de cîh girt. Xwedê jê razî Hisênê Heso di xebata PDK-T de gelek berpisiyarî bicîh anin û di piştgiriya şoreşa Gulan a Başûrë Kurdistanê de xizmetên mezin dan. Ew her dem li ser doza Barzaniyê Nemir ma û di herêmên cuda cuda yên Kurdistanê de, di xebata PDK-T rolek girîng lîst.

 

Cîhê gotinêye ku rehmetî Hisênê Heso,  mamê rojnamevan Cemal Batun û mamoste Ibrahim Batun e.

Di roja wefata wî û vekirina şîniyê de, delegasyonek biqasî 30 kesan ji Başûrê Kurdistanê li ser navê Serok Mesud Barzanî, nûnerê PDK a Iraqê li Enqere, hevalên xebatê yên rehmetî Hisênê Heso ji PDK-Bakur, Serokê şaredariya bajarê Midyadê, welatparêz ji herêmê amade bûn. Şîniya rehmetî Hisênê Heso dom dike.

 

Têkilî:

Mamoste Ibrahim Batun: 0090 541 2970899

Cemal Batun: 0046 70 7721268

e-post: cbatun@yahoo.se