Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, beşdarî bernameya ÎMC Tv a “Dawira Rojê” bû û nêzika 2 seeta pirsên temaşevan û pêşkêşvan Mustafa Kulelî bersivandin.
Demîrtaş, xwedî li gotina xwe a ku gotibû, 400 kîlometre di bin serdestiya PKKê de ye, derket û diyar kir ku, ev rastiya herêmê îfade dike.
Demîrtaş, qala siyaseta hikumetê kir û ev tesbîtana kirin: Piştî hilbijartinan hikumetê biryara şer, konsepta şer meşand. Plana wan ev bû; em ê di nav 3 an 4 mehan de pişta PKKê bişkînin, wek gerîlayên Tamîl PKKê biqedînin. Li bajaran jî em ê operasyonên girtin û binçavkirinan bimeşînin, bila nikaribin derkevine kolanan. Ji bo vê konseptê, ji hêzên netewî û navneteweyî alîkarî girtin, pirraniyên wan îknayê vê konseptê kirin. Bi vê nîyetê mizakereyên bi Ocalan re, yên bi Qendîlê re û yên Osloyê qedandin…
Hikumet eşkere ji çapemeniyê dixwaze ku cih nedine me. Gellek nûnerên rojname û televizyonan eşkere ji me re dibêjin, îfade dikin ku ew dixwazin bi me re bernameyan çêbikin lê hikumet eşkere vê naxwaze…
Rastahevhatina gerîla û parlementeran normal bû, ew reflekseke însanî bû. Li wira peyamên aşîtiyê dan…
Cenazeyên gerîla dişewitînin, guhê wan jêdikin, pêla serê gerîla dikin û sûretên bîranînê dikişînin, kes li hemberî vê hovîtiyê dernakeve, dozger dozê jî venake lê çima ku gerîla û gel hevdu hembêz kirine, doz tê vekirin û bertekan nîşan didin…
Hikumetê, ji bo selametiya hilbijartinan mizakere bikaranîn. Bi xwe masa mizakereyan wergerandin û xistine stûyê Kurdan…