Serrûpel Nûçe “Ez pirsa Kurdî qebûl nakim”

“Ez pirsa Kurdî qebûl nakim”

Belav bike

 Erdogan bû mêhvanê bernameya taybet ya televîzyona Kanalturk, der barê rewşa li Tirkiyê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan di axivitina xwe de êrîşî parlementerên BDP’ê kir û pirsa Kurdî jî red kir, înkar kir. Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan aşkere û vekirî mebesta xwe ya berdewamkirina redkirin, înkar, siyaseta berdewamkirina asîmlasyona gelê Kurd û derketina li dijî mafê gelê Kurd anî ziman. Erdogan parlementerên BDP’ê kir hedef, êrîşî wan kir û got “Evane ji siyasetmedartiyê derketin. Ezê çawa yên terorîstan hemêz dikin re bêjim siyasetmedar. Dîmena 9 parlementeran nîşan kirî ne dîmeneke ku bê xwarin, bê daqurtandin e. Em parlementerekî wisa nas nakin.” Her weha Erdogan diyarkir ku hevdîtinê wan yên ligel PKK’ê ne ji bo çareserkirina pirsa Kurdî ye, derdê wan yekîtiya milî ye û weha pêdeçû “Heta îro tiştên min kirîn yek desthilatdariyê nekiriye. Serokwezîrekim yê ku şêwirmendên MÎT’ê şandîn Giravê. Serokwezîrekim ku min ew şandin Oslo. Ez vê bi dilekî aram û rehet dibêjim. Evder cihê herî bibandor ji bo çareserkirina pirsê ye. Me çawa heta îro bi kar anî, ji niha û pêve jî em ê bi kar bînin. Derdê me ne ligel bexçevane. Em bi projeya yekîtiya milî û biratiyê bang dikin. Pirsa Kurdî tune ye. Pirseke weha li Tirkiyê tune ye. Ez pirsa Kurdî qebûl nakim. Li Tirkiyê pirsa terorê, ya PKK’ê heye.”

 

Avestakurd