gelek malbatên Kurd ji bajarên weke Şam, Heleb û bajarên din yên Ereban berê xwe dane bajarên Rojavayê Kurdistanê (Qamişloyê, Dêrik…). Gelek ji van malbat û berî wan her yên Herêma Cizîrê ji ber sedemên leşkerî, ewlekarî, aborî berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
Gelek ciwanên nexwestîn leşkeriya Sûriyê bikin, ciwanên di artêşa rejîmê de leşker lê nexwestîn destê wan bikeve nava xwînê çare di veqetînê û xwe xilaskirinê de dîtin û berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Gelek malbatên Kurd jî ji ber qeyrana niha ya li Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Malpera Avestakurd da ku rewşa van penaberan ji nêzîk ve bibîne, bizane serdana kampa penaberên Kurdên Rojava li devera Domîz-Duhok kir. Mûdîrê Kampa Penaberên Kurdên Rojava li devera Domzî Niyazî Nûrî Mihemed der barê qonaxa hatina penaberan û rewşa wan ya niha de ji Avestakurd re axivî û got “Destpêkê bixêrhatina we dikin, ser çavan hatîn. Destpêka rewşa welatê Sûriyê têkçûyî û ber bi xerab bûnê ve çûyî, me wek parêzgeha Duhokê hizir li hindê kir ku dê rojek bê xelkek bêne devera me û li vir bicîh bibin, ji ber vê çendê weke Şana Hawar Hatinê li Parêzgeha Duhokê me çendîn kombûnên cuda cuda kirin li domahiya sala borî li meha 12’yê me kombûneke berfireh kir û di vê kombûnê de biryar hate dayîn ku em amadekariya xwe bikin heger xelkek sînor derbas kir hatin devera me û em bikaribin wan bicîh bikin. Li destpêka meha Sibatê xelkek destpêkir sînor bezand, ber bi deverên me ve hatin, parzêgeha Duhokê û her wisa bi giştî Herêma Kurdistanê. Li 15’ê meha 3’ê kombûneke fireh ligel Parêzgerê Duhokê (Ew bi xwe serokê şana hawar hatinê ye) hate kirin û biryar hate dayîn piştî biryara ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatî dayîn ku pêşwaziya xelkê xwe yên Kurdên Rojava bikin, lewma biryar hate dan ku kampek bê danan û ev cîh jî Domîz be, ji ber çend sedeman bû ku ev cih hate destnîşankirin; 1. Nêzîkî wan malbatên ku li serhildana 12’ê Adarê hatine vir û li Domîz bicîhbûne da ku agahdarî rewşa wan bin ji nêzîk ve. 2. Dûrî sînorê Sûriyê ye. Ji ber vê yekê ev cih hate destnîşankirin û ji aliyê Rêveberiya Parêzgeha Duhokê ve 210 dunemê erdî ji bo kampê hate terxankirin. Li destpêka meha 4 xelk bi awayekî fermî li vê kampê hatin bicîhkirin ew jî piştî Rêxistina Tîma Teqemaniyan ev cih kontrol kirin, hin mayîn rakirin ji ber ku ev dever cihê leşkerên rejîma Sedam bûn û paşê Rêveberiya Rêkan rê vekirin, amadekarî kirin. Ligel Rêxistina UN û Rêxistinên din alîkarî ji bo xelkê me yê Rojava hate kirin.” Mûdîrê Kampa Domîz der barê alîkariya Parêzgeha Duhok de ku ji bo penaberên Kurdên Rojava terxan kirî got “Parêzgerê Duhokê weke destpêk nîv milyar Dînarê Îraqê terxan kir da ku em karê xwe yê destpêkê bikin, weke xetên elektirîkê çêkin, xizanên avê, tiştên nav malê, xwarinê, tandriustiyê hatin dabînkirin. Her weha weke budce Serokê Herêmê Kurdistanê 2 milyar û nîv dînarê Îraqê terxankir da ku projeyên kampê bêne pêk anîn, her meh erzaq bo malbatan bê belavkirin û rojane xwarina ciwanan bê çêkirin.” Di berdewamiya axivitina xwe de Niyazî Nûrî Mihemed bal kişand ser hejmara penaberan û weha pêdeçû “Heta niha 920 malbat, 4425 ciwan ango bê malbat li cem me hatine tomarkirin. Hejmara giştî yan kesên hatîn tomarkirin 8197 kes in. Lê, zêdeyî 11 hezar kesan hatine Herêma Kurdistanê, ji ber ku hindekan berê xwe dane Hewlêr û Silêmaniyê.” Der barê ka heta çi astê û çi hejmarê amadekarî hene ku pêşwaziya malbatan bê kirin de, Mihemed got “Dema me plan danî, me got heta hezar malbatî û deh hezar kesan em dikarin li vê kampê bicîh bikin û bi rastî em niha nêzîkî vê hejmarê bûne û mehek yan du meh din dê bigihin vê hejmarê. Helbet dema xelkek din ber deverê ve hat me planek heye em vê kampê berfirehtir bikin.” Her weha Mihemed der barê çarenûsa penaberên Kurdên Rojava de ji bo pêşerojê de jî got “Ger rewşa Sûriyê baş bibe, ev xelkê me wê demê azad e, yên dixwazin vegerin yan jî bixwzin bimînin wê demê biryara wan e.” Piştî vê hevdîtinê gera me di nava kampê de berdewamkir. Me dît ku xebeteke bilez ji bo ximztekirina penaberan tê kirin. Qadên pêlîstên zarokan hatine çêkirin, rê di çêkirinê de, stûnên elektrîkê tên danan, 7 matorên elektirkê hatine danan da dema elektrîka giştî qutbû ew bikevin dewrê, xizanên giştî yên avê ku ji bo wan bîrên avê hatine kolan tên çêkirin. Her weha niha 9 pol ji bo zarokan hatine vekirin bo xwendinê û amadekarî bo sîstema xwendinê da ku li sala bê di dibistanan de bixwînin. 24 demjmêran doktor di xizmetê de ne.
Avestakurd