Serrûpel Nûçe Kurdên Îranê “Şêrên Araratê“ damezirandin

Kurdên Îranê “Şêrên Araratê“ damezirandin

Belav bike

Ev daxuyaniya jêrîn bi riya e-mailê ji aliyê Şêrên  Araratê ve gihişte navenda nûçeyan ya malpera AVESTA KURD. Weke ku hatiye em li jêr diweşînin:

Li Rojhilatê Kurdistanê Şêrên  Araratê hate damezirandin! 

 

Li Rojilatê Kurdistanê, kurd, ji bo ku bikaribin xwe li hember desthilatdarîya Rijîma Îranê biparêzin, di bin navê ‘Şêrên Araratê de hêzêke Siyasî û çekdarî saz kirin.

Şêrên  Araratê bi rêya Facebook û Youtube’ê daxuyanîyek dan çapemenîyê û diyar kirin ku, ji bo ku ew bikaribin gelê Kurdistanê li hember dîktatorîya Îranê biparêzin, Hêzên siyasî û yekîneyên çekdarî ava kirine.

 

JI BO RAYA GIŞTÎ

 

Li sê parçên Kurdistanê pêşketin heye , lê mixabim li Rojhilatê Kurdistaê bêdengîî heye.

Pratiyên Rojhilatê sebaret bi bûyer û destkevtên girîng li  Başurê Kurdistanê nekarin bi avayekê aktif xebat bikin .

Em ciwanên welatparêz Hêza siyasî û lêşkerî ser navê Şêrên  Araratê damizrand.

 

Em serbixwene , alîkarîya her kesî qebul dikin lê alîkarî ya 4 dagîrkerên Kurdistanê qebul nakin. em pişta xwe didin Çiya yên Kurdistanê bi taybetî Çiya Agirî .

 

Şêrên  Araratê Rêbazyên Qazî Muhemed,,Qasimlo û Simko dirêje pê dide.

 

Em bang ji hemu Kurdên Rojhilatê  dikin kû piştgirîya me bikin her wisa li hemû Ciwanên Kurdistanê dixwazin Jİ bo Azadiya gelê xwe tevlî Refên Şêrên  Araratê bibin

 

Em ji bo Îraneka Demokratîk û Kurdistana Fidrla Xebat dikin .

 

Şêrên  Araratê 30/08/2012 Çiya Agirî

 

http://seren-ararat.blogfa.com/