Serrûpel Nûçe Rewşa tenduristiya Serokomarê Îraqê baş e

Rewşa tenduristiya Serokomarê Îraqê baş e

Belav bike
 Endamê Polîtburoya YNK’ê Fûaad Masûm di daxuyaniyekê de ragihand ku rewşa Serokomarê Îraqê başe û niha dikare heta 100 mitrî bimeşe. Her weha der barê rewşa siyasî ya Îraqê de jî got ku hemû kesên siyasetmdar û kesatiyên îraqê yên serdana Serokomar kirîn yan bi rêka telefonê ligel axivîn, erênî li Kongreya Niştimanî mêze dikin û hemû hêz û pêkhatiyên Îraqê tekez li ser hewldanên navencî yên Serokomar dikin. Hêjayî gotinê ye, ev demeke Serokomarê Îraqê ji bo nexweşiya xwe li Almaniya tê derman kirin.

 

 

Avestakurd