Di 23ê Tirmehê vir ve, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên dewletê de, şerê serdestiya herêmê dewam dike. Piştî çiyayê Gomanê ku PKKê ala xwe li wira daçikandibû, îcar jî li ser girê Keleyspî (Beyaztepe) a Şemzînanê ala xwe daçikand.
Li navenda bajêr ala ku li ser girê Keleyspî hatiye daçikandin, xuya dike.
Hêzên ewlehiyê; leşker, tîmên taybet û cerdevanan, ji bo ku ala PKKê a li ser çiyayê Gomanê daxînin, operasyoneke mezin lidarxstibûn û ala tirkiyê li şûna ala PKKê daçikandibûn.
Tê ragihandin ku, leşkeran girê Keleyspî yê ku ala PKKê li ser hêldibe, dane ber topan.