„Xweştirîn xewnên azadiyê, ewên ku di zindanan de têne dîtin“. Schiller
– Rojava rizgar bû, Amûdê, Kobanî, Dêrik mêrik hemû rizgar bûn..
Wey li wî be ê ku nikaribe berî ê din vê nûçeyê bavêje ser twitterê yan facebooka xwe.
Xwîn di rehê gel de dikele, ji Kirmanşahê heta Amedê bi çavê „hesûdiyê“ li lehengên kurdên rojava dinêrin ku çawa bajarên xwe yeko yeko ji destê neyaran dertînin, yek gulle jî nateqe! Çi mûcizeye ev! çi ecêb e! Bêyî teqîna yek gulleyê axeke kurdistanî rizgar dibe, bêyî ku yek dilop xwîn birije bajar li dû bajaran dikevin destê kurdên azadîxwaz, û li bakur yan li rojhilat bi hezaran şehîd, bi çemên xwînê û gundên şewitî û milyonên koçberbûyî yek bajar rizgar nabe!! Ev xewn e gelo yan rastiye!
Wisa medyaya xapînok karibû ji tunebûnê hebûnê çêbike, karibû di wêneyan de welatekî azad bike lê rastî çi bû!
Rastî ew bû ku piştî bajar „azad“ bûn çandina heşîşê jî li Kobaniyê û deverên din azad bû, bac û xûkî ji xwediyên erebe û otomobîlan sînor derbas kirin û bi kêfa xwe fiyetên benzîn û dîzelê buha kirin, xortên ku ji ber leşkeriyê reviyayî bi destê „hêzên parastina gel“ li Amûdê hatin girtin û ew mîna ajanên Tirkiyê (gelo çima ne yên Sûriyê bin?) hatin destnîşankirin. Rastî ew bû ku piştî ew bajar „azad“ bûn, êdî kesên „bi rûpoş“ li kolanan gulle reşandin ciwanên kurdan. Rastî ew bû ku rejîma kujer hêzên xwe yên taybet û istixbaratên xwe kişandin kozikan û ji xwe re li kurdan temaşe kir bê çawa şerê Receb Teyyib Erdogan dikin! Wekî ku qad nemane ji Amûdê û Kobanî û Efrînê pêve, em kurdên rojava têde şerê hikûmeta AKP bikin! Wekî ku em jî beşek ji dewleta Tirkiye bin, û ji xwe hayê me ji şoresjekê ku Sûriye daye ber xwe tuneye.
Ma gotinên zêde çi lazim in?
Eger ev azadî be, merheba bindestiyê.