Li gor Radyoya Îraq a Azad, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên tekez li ser çareserkirina aloziya siyasî ya li Îraqê kir û got ku divê hemû siyasetmedarên Îraqê baş li ser aloziya heyî bifikrin ku ka dê çawa nêzîkî aloziyê bibin û weha pêdeçû “Li Îraqê aloziya siyasî berdewam e, lê bi awayekî nermtir. Hemû alî behsa hebûna aloziyê dikin, lê behsa çawaniya çareserkirina aloziyê nakin. Pêwîste hemû alî hizra xwe di çareseriyê de bikin. Hevpeymaniya Niştimanî (Nûrî El Malikî) dide diyarkirin ku wê pakêtek ji bo çareseriyê amade kiriye, lê heta niha ew pakêt negihiştiye destê ti aliyan ku nirxandina xwe li ser bikin.” Her weha Hisên aşkere got ku ger rewşa aloziyê weha bimîne dê kûrtir bibe û berdewam kir “
Avestakurd