Serrûpel Nûçe HPG: 54 leşker û polîs hatine kuştin

HPG: 54 leşker û polîs hatine kuştin

Belav bike
 Li gor daxuyaniya HPG’ê, di êrîşên 2 û 3’yê Îlonê de ji aliyê gerîlayên wan ve li dijî avahiyên leşker, polîs, dewlet û girê leşker lê dimînin li navçeya Elkê ya bi ser Şirnexê ve pêk hatî ’54 leşker û polîs hatine kuştin û 4 gerîla jî jiyana xwe ji dest dane’ û di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku gerîla çûne ser termê gelek leşkeran û li ser wan; bêtêlên biçûk, telefon, çek, dûrbîn, fîşek hilgirtine. Her weha di van êrîşan de skorskyek hatiye xistin, 5 panzêr hatinê şewitandin, çekên giran hatine rakirin, tirimbêleke qeymeqamiyê hatiye şewitandin. Hêjayî gotinê ye, çapemeniya Tirkiyê ragihandibû ku di van êrîşan de 10 leşkerên wan hatine kuştin.

 

 

Avestakurd