Serrûpel Nûçe Pêşbaziyeke Gogagolê çawa tê destpêkirin?

Pêşbaziyeke Gogagolê çawa tê destpêkirin?

Belav bike

PÊŞBAZIYEK GOGAGOLÊ ÇAWA TÊ DESTPÊKIRINÊ 1

Wêne1: Dîmenek ji gogagolê/goalball

Rahêner(coach) jî taktîkên xwe yên dawî dide û pêwîst e banga “amade”yê(time) ji yarîgehê derkeve.


Piştê avêtina perê hesîne dawerên(referee) masê destpêka pêşbirkê pênc(5) hûrdem berê bangek heşyarker dike. Li paşê her du tîm û yaney ji bo pêşbaziyê tên yarîgeha gogagolê, di vê demê de bangek sî(30) çirk(ten second) ma ye tê kirin.1

Rahêner(coach) jî taktîkên xwe yên dawî dide û pêwîst e banga “amade”yê(time) ji yarîgehê derkeve. Di yarîgeha gogagolê de 3 yarîzan dimine. Heger ji xeynê sportvan kes hebe cezayê derengxistina lîstikê tê dayin. Ev ceza jî bi penaltî ve tê destpêkirinê.

Di rewşa weha de dîvê dawer wisa tevbigere;

  1. “Derengxistina lîstikê”(Delay of game)
  2. “Tîma Mûşê”(Mus Team) dibêje, paşê
  3. “Rahêner diçe parêzvanek derwaze(derwazevanek) hildibijêre û dûv re dawer jî bangê;
  4. “Jimare 5”(Number 4) dibêje.
  5. Dawera baskê hêrîş jî çêkirina penaltiyê bi yek fîq û gotina “bilîze”(play) ve destpê dike.2

Piştê heşyarkeriya dawerên masê ya 30çirk(thirty second)dawerên lîstikê sehêt û kontrola berçavkan dike. Di vê kontrolê de dîvê ye berçavk li gor distûr bibe.(nebîne, qûl nebe, boyaxkirî be û hwd.)


Wêne2: Dawer sehêta berçavka yarîzanê gogagolê dike

Piştê sehêtkirina berçavkan serokê dawerê pêşbaziyê dikare destpêka lîstikê bike.

Piştê destpêkirine bêdengiya temaşavan tê kirin paşê dawer weha bang dike;

Gogagolê Bi Orjînal Weha Destpê Dike(Vedora Yekem)

  1. “This Game Is Between”
  2. “Muş Team On My Right”
  3. “Amed Team On My Left”
  4. “Amed Team Is To Start With The Ball”
  5. “Quiet please(please wich phone)”
  6. “Centre”
  7. “3 Whisle”
  8. “Play”3

 

Gogagolê Bi Kurdî Weha Destpê Dike(Vedora Yekem)

  1. “Ev Pêşbazî Di Navbera”
  2. “Hêla Rastê Min Tîma Muş û”
  3. “Milê Çepê Min Tîma Amed ve Tê Kirin”
  4. “Tîma Amed Bi Gog Ve Destpê Dike”
  5. “Ji Kerema Xwe Bêdeng Bin(Ji kerema xwe telefonê xwe bêdeng bikin)”
  6. “Navend&Senter”
  7. “3 Fîq”
  8. “Bilîze”

 

 

Metin Kewê DILXÊRÎ

Mamosteya Werziş û Pisporê Werzişê Çavnebînan

Nîşe: Ev nivîs ji Netkurdê hatiye amadekirin.( NETKURD
Aktuelbûn: 2011-01-14 13:05:57
)

1Mick McGuire, Dawera IBSA Level 3, Qorsa Rahênertiya Gogagolê, 25,26,27 11 2004 Enqere

2 Mick McGuire, Dawera IBSA Level 3, Qorsa Rahênertiya Gogagolê, 25,26,27 11 2004 Enqere

3Mick McGuire, I Dawera IBSA Level 3, Qorsa Rahênertiya Gogagolê, 25,26,27 11 2004 Enqere