Duhî (3/9/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana lîwayên Çar, heşt û artêşên çar û pênc û beşek ji hêzên zêrevanî yên li devera gundê Qahîre a bi ser devera Zumar ve kir. Serokê Herêmê piştî silavkirin û pirsa rewşa pêşmerge û rewşa deverê kir, daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Herêmê bal kişand ser pirsên heyîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hewldana Kurdistanê ji bo çareserkirina van pirsan. Serokê Herêmê diyarkir ku heta niha wan gelek caran hewl daye pirs bêne çareserkirin lê bê bersiv mane û got ku ew dê dîsa hewldana çareserkirinê bikin. Her weha Serokê Herêmê li ser rola pêşmerge ya netewî, dîrokî û erkên dikevin ser milê pêşmerge kir. Û got ku divê hêzên pêşmerge beramber lîstikan hişiyar bin, ji aliyê xwe ve nebin sedema aloziyekê. Lê got jî ku ‘bi ti awayî rê nedin destdirêjî ser deverên Kurdî bibe.’
Avestakurd