Li Tirkiyê her kes, dîmenên ku leşkeran ala Tirkiyê ji şaneşînê rakirin niqaş dike. Ev dîmenana, çapemeniya Tirkiyê zêdetir nerehet kiriye û li hemberî vê xemgîniyên xwe venaşêrin.
Li Bêşebabê, piştî pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û hêzên dewletê de, 10 leşker û 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn.
Dema cenazeyê gerîlayekî ji kolanê derbas dibû, leşkeran ala Tirkiyê ji şaneşînê rakirin. Çapemeniya Tirkiyê û bi taybet jî mixalefetê bertekên tund nîşan dan û hikumet hişyar kirin; “hikumet, wê berdêla vê bide.”
Tê xuyakirin ku wê hîn pirr li ser vê dîmenê niqaşan bikin.