Li gor çavkaniyên deverê, gerîlayên HPG’ê ji 4 aliyan ve êrîşî avahiyên polîs û leşkerên li navçeya Elkê ya Şirnexê dikin. Li gor agahiyên fermî di êrîşê de 10 leşker û 3’ê gerîla jiyana xwe ji dest didin. Lê xelkên deverê diyar dikin ku bi çavê xwe dîtine termê bi dehan leşker ji aliyê dewletê ve hatine rakirin û gelek birîndar hene. Her weha hat zanîn ku gerîla piştî Şemzînan devera Elkê jî xiste bin kontrola xwe.
Avestakurd