Li ser ekranên ÎMC Tv.yê, di bernameya bi navê “Ev Keştiya Kuda Diçe?” de, mêvanê Ufuk Uras û Atilla Keskîn, nivîskarê navdar yê sosyalîst Vedat Turkalî bû. Turkalî diyar kir ku, meclîs, rûmetiya xwe ji temsîliyeta Kurdan digre.
Vedat Turkalî wiha axifî: “…dibêjin em BDPê bigrin, bêdeng bihêlin. Kî vê dibêje, hikumet. Tê fehmkirin ku, di meha cotmehê de ku meclîs vebe, vana wê BDPê ji meclîsê dûrbixînin. Ez ji rayagiştî dipirsim, wê kî zirarê bike? Hemû Tirkiye, ez ji dil dibêjim, hemû Tirkiye wê zirarê bike. Bila ti kes meclîsê milkê bavê xwe nehesibîne. Meclîsa ku BDP ne têda be, ew meclîseke seqet e. Ez bawer dikim ku, ji cîhanê jî wê îtibarê wenda bike. Îro ku rûmetiyeke meclîsê heye, ew ji temsîliyeta Kurdan e.”
Birêz serokwezîr, we çi da Kurda ku hûn dixwazin şûnda bigrin. Li ser rûyê erdê, li ti dewletên demokratîk, bendava hilbijartinê a ji %10 tine ye, nabe. Herî zêde ji %3 ye. Kê ji %10 an de israr kir, serokwezîr. Dîsa jî gelê Kurd, hemû astengî derbas kirin û ketine meclîsê. Meclîsa ku Kurd têda tinebin, nabe meclîseke demokratîk. Ger BDP ji meclîsê bê avêtin, Tirkiye wê wenda bike…”