Serrûpel Nûçe Erdogan: Bila BDP’lî herin serê çiyayê Qendîl

Erdogan: Bila BDP’lî herin serê çiyayê Qendîl

Belav bike

 Erdogan li Navenda Giştî ya AKP’ê der barê êrîşa li ser Elkê ya Şirnexê de axivî û aşkere parlementerên BDP’ê kirin hedef. Erdogan di axivitina xwe de êrîşî PKK’ê kir û paşê ji bo parlementerên BDP’ê got “Şerm e, çapemeniyê bi kar tîne û dibêje hindekan evder dagir kiriye. Li vî welatî yek mitre ne derveyî kontrola me ye. Eger rûyê wî hebe dê ne li Meclîsê be, divê derkeve çiyayê Qendîl. Tu ne nûnerê vî miletiyî. Ji ber ku evana hundirê xwe û derveyî xwe cudane. Dibêje 400 km di bin kontrola PKK’ê de ye. Daxuyaniya Hevserokê BDP’ê ji terbiyetê efo ye. Evane dê negihin wan hêviyên xwe yên li vî welatî. Eger li cihekî rehet digerin va min navnîşan diyar kir; Qendîl e, bila herin Qendîl. Ya tê xwestin niha dadgeh dike, em jî dê li Meclîsê ka çi tê xwestin bikin. Em ê radestî zimanê nefterê nebin.”

 

Avestakurd