Li Suriyê şerê navxweyî dewam dike. Artêşa Suriyeya Azad daxuyandiye ku, mixalifan, li rojhilatê balafirgeha leşkerî a Ebu Elduhur a li Îdlibê balafireke şer a ji aliyê Rusyayê ve hatiye çêkirin, a bi navê Sokhoi xistine.
Di vidyoya ku li ser înternetê hatiye weşandin de, ji enqaza balafirê duman bilind dibe û cesedê pîlotekî tê dîtin. Ji aliyê Artêşa Suriyeya Azad ve tê gotin ku, ev 6 rojin balafirgeha leşkerî a Ebu Elduhur wana dorpêç kirine.