Serrûpel Nûçe BDP: Erdogan biryara şer da

BDP: Erdogan biryara şer da

Belav bike
 Der barê axivitina Erdogan de ku BDP’ê weke ‘terorîst tawanbar kiribû’, her du

hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak li bajarê Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Li gor ANF’ê Demîrtaş got “Berpirsê tiştên ku biqewimin Serokwezîr e. Ji ber ku li welêt kontrola xwe wenda kiriye, di axaftina xwe de jî kontrol wenda kiriye. Nerehetiya wî ya psîkolojîk heye. Bedela wê çi be jî me rastî gotiye. Me negot dê bedela wê mezin be û em ji gefên AKP’ê netirsiyan. Roleke navneteweyî dane vî serokwezîr î. Ew jî sorkirina Kurdan û destjêberdana xweseriya demokratîk e.” Her weha Demîrtaş di berdewamiya axivitina xwe de diyar kir ku ew nikarin ji wan re bêjin terorîst û got “Em ne neçar in ji kesên hûn dibêjin terorîst re bêjin terorîst. Ger Serokwezîrê û teyfeya wî di vê mijarê de bi israr tevbigerin, sor bikin, vê nûqteya xeter ya ji bo Tirkiyeyê naxwazin bibînin, ew êdî bi xwe dizanin. Yên ku we weke terorîst xistin Sîlîvriyê îro dewletê bi rê ve dibin. Li gorî we ew jî terorîst in. We niha wan jî terorîst îlan kir. Hûn nikarin ji me re bêjin terorîst.”  Demîrtaş got jî ku ew ê hesab ji Erdogan bixwazin û weha berdewam kir “Hûn nebêjin qey ew tiştên qirêj ên ku hûn li Sûriyeyê dikin rojek aşkere nabin. Nebêjin qey hesab nayê pirsîn. Hîna jî xwîna 34 kesan bi destê we ve ye. Ma hûn dibêjin bi ser vê mijarê hatiye girtin? Çima dengê wer ewqas zir e? Hûn nikarin hesabê ji kesî bipirsin, hûn nikarin tu kesî bi namerdiyê tawanbar bikin. Ger ji te re bêjim namerd, dê dilê namerdan bimîne. Karê te ne destnîşankirina rêya Qendîlê ye. Tu çareseriyê biafirîne, yên dixwazin rêya çiyê dizanin. Yên diçin jiwe diçin. Tu dizanî. (kûriyetî) PKK’ê ye.” Ji aliyê xwe ve Gultan Kişanak di axivitina xwe de diyar kir ku Erdogan biryara şer daye û weha pêdeçû “Derewan neke, durist be, bi namûs be. Tu dê bi van derewan di nava xwînê de bixeniqî. Min li Şemizînanê dijminek hembêz nekir. Min silav da kesek ku ji bo çareseriyê mirin daye ber çavê xwe û çûye çiyê. Ew ne dijminên min in. Ger 30 hezar ciwanên Kurd miribin, wê çaxê pirsgirêkek exlaqî heye. Dîmen di destê min de hene. Gava me dest da destê hev, me gotin ‘hêvîdar im ku dê ev pirsgirêk çareser bibe’. Bila wan dîmenan hemû biweşînin. Daxistina wan ji wir û xistina nava jiyana civakî erkê her mirovekiye.”

Kişanak da diyarkirin ku, di 12’ê Îlonê de bi îşkenceyê hewildan ew bêjin ‘Tirk im’, niha jî Serokwezîr hewil dide bide gotin ku, ‘pirsgirêka Kurd pirsgirêka terorê ye’ û wiha got: “Ez nabêjim, em dê stoyê xwe li ber gefan ne tewînin. Em ji bo di vê rê de bedelan bidin ketin rê. Bila ti kes nefikire ku em dê paş ve gavan bi avêjin. Bila Serokwezîr hedê xwe bizane. Eger xwîn dê biraweste, bila me bi avêje girtîgehê.”

 

Avestakurd