Duhî (5/9/2012) li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şandeya Bilind a Kongresa Emerîkî Senator Johun McCain, Senator Joe Liberman û Senator Lindsey Graham kir. Di hevdîtinê de her du alî li ser rewşa Îraqê, guhartin û pêşketinên dawî li Herêmê û Sûriyê, têkiliyên di navbera Herêm û Emerîka de sekinîn. Nêçîrvan Barzanî der barê alozî û çareserkirina aloziya li Îraqê de got ” Herêma Kurdistanê, hertim, bi baweriyeke timam li gor destûrê û rêkeftinan pêngav avêtine û danûstandin, diyalog û destûr bi baştirîn rê bo çareseriya arîşeyên Îraqê zaniye.” Û weha berdewam kir ” Di rewşeke weke a Îraqê, hebûna arîşe û pirsgirêkan normal e, lê ya giring ew ku, ji bo çareserkirina arîşeyan bi rêya diyalog û li gor destûrê îradeya siyasî hebe.” Her weha Şandeya Bilind a Kongresa Emerîkî tekez li ser têkiliyên germ û dostaniya ligel gelê Kurd û pêşvebirina van têkiliyan kir û hêvî xwestin ku çîroka serkeftina Herêma Kurdistanê bibe çîroka Serkeftina hemû Îraqê.
Avestakurd