Nivîskara rojnameya Haberturkê Amberîn Zaman, di qunciknivîsa xwe a îro de, cih daye gotûbêja parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî.
Şerafettîn Elçî, çendake ku giran nexweş e. Dîsa jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hewl daye û randevû ji serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwestiye lê ancax piştî meh û nîvê randevû girtiye. Di vê mijarê de Elçî wiha dibêje, “45 rojan berê, min ji Erdogan randevû xwest. Armanca min ew bû ku, ez ji Erdogan misogeriya rawestandina operasyonan bigrim û vê ragihînime PKKê û ji wan jî bixwazim ku agirbestê îlan bikin. Ezê biçûma Qendîlê.”
Parlementer Elçî, li ser daxuyanî û helwesta serokwezîr Erdogan, randevû qebûl nekiriye. Di vê mijarê de jî Elçî wiha dibêje, “di demên dawiyê de Erdogan, her diçe daxuyaniyên tund dide. A rast Erdogan, rengê xwe yê rastîn nîşana me da. Min dît ku hevdîtin wê ti faydê nede. Li ser vê min qebûl nekir. Bi Leyla Zana re hevdîtin çêkir, ew guhdarî kir lê çi çareser kir?”
Şerafettîn Elçî diyar kiriye ku, berî hilbijartina serokomariyê, Erdogan dixwaze dengên nijadperestan bigre.
Şerafettîn Elçî, di derbarê serokwezîr Erdogan de vê tesbîtê dike: “Ji xwe Erdogan, ew bi xwe jî nijadperestekî Tirk e.”