Duhî (9/9/2012) êvarê 30 km dûr ji navçeya Şemzînan gerîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk rastî hev hatibûn û di navbera wan de pevçûnên dijwar qewimî bûn. Li gor daxuyaniya Waliyê Colemêrgê di pevçûnên duhî êvarê de 2 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne. Ji aliyê xwe ve heta niha der barê pevçûnên duhî êvarê de HPG’ê ti daxuyanî belav nekirine.
Avestakurd