Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî wezîran rihet nahêle

Nêçîrvan Barzanî wezîran rihet nahêle

Belav bike

Di civînê de cîgirê serokwezîr Imad Ehmed jî amade bû.

Di destpêka civînê de li ser budçeya sala 2013 hate rawestandin. Biryar hate standin ku heta cotmehê budçe were destnîşankirin û ji bo parlamentoyê were pêşkêşkirin.

Piştre li ser karûbarê wezaretan hate sekinandin. Bi ferehî karê wezareta şarevanî hate gotûbêjkirin.

Di civînê de biryar hate standin li sandiqên giliyan werin danîn û hemwelatî bikaribin bi rihetî şikayet bikin.

Li gora biryarên ku di civînê de hatine standin, wê her hefte rojekê wezîr pêşwaziya hemwelatiyan bikin.

AVESTA KURD