Serokê CHP’ê bersiva pirsên rojnameya Guneş ya Tirkiyê da û di axivitina xwe de bal kişand ser teqîna li Afyonê qewimî. Kiliçdaroglû got ku ew bi xwe li ser vê bûyerê disekîne û diyarkir ku wî pirs ji fermandarên artêşê kiriye û wan jî gotiye ‘ji sedî 99 sabotaje.’ Her weha diyarkir ku ‘dibe cebilxane bi rêka telefonê hatibe teqandin.’ Serokê CHP’ê got jî ku ‘îdîakirinên ev teqîn qezaye ne rastin’ û gelek delîl dibêjin bi rêka telefonê teqîn çêbûye.
Avestakurd