Serrûpel Nûçe Biryara li dijî Haşimî dê rewşê aloztir bike

Biryara li dijî Haşimî dê rewşê aloztir bike

Belav bike
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek der barê biryara Dadgeha Îraqê ya der heqa Tariq El Haşimî de dayî belavkir û diyarkir ku biryara sêdarekirina Cîgirê Serokomarê Îraqê Tariq El Haşimî dê rewşa Îraqê aloztir bike. Her weha got ku dibe ev biryara bibe sedama nakokiyên tayifî û etnîkî. Li gor MSHK’ê daxuyaniya Serokatiya Herêmê:

 

“Serbixweyiya Dad û rêzgirtina biryarên wê erkê me hemûyane û divê dad bê alî bê û alîgir nebê.

Derketina biryara sêdaredana bi xiyabî dijî birêz Tariq Haşimî Cîgirê Serok Komar li vê pêvajoya hestiyara ku Iraq têda derbas dibe, cihê gumanêye û tengasiyan aloztir dike, ku li bingehê de ev demeke Iraq gîro bûye, renge bingeh jî ji bo nakokiyên tehlê eşîrî birexsênê. 

Daxwaz ji hemû aliyan dikîn bi hîkmet û dûrî li helçûn û tesfiyeya hesabat ve çareseriya vê kêşeyê bikin.

Peyvdarê Fermî yê 
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
10/09/2012″

 

Avestakurd