Serrûpel Nûçe Haluk Koç: “Nameyên Oslo di destê me de ne“

Haluk Koç: “Nameyên Oslo di destê me de ne“

Belav bike

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Haluk Koç, doh beşdarî weşana zindî a A Haberê bû û îdiayên balkêş anîne ziman. Koç diyar kir ku, nameyên Oslo’yê, yên ku di pêvajoya Osloyê de, li Îmraliyê Serokê PKKê Abdullah Ocalan, ji Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murad Karayilan re şandine, CHPê ew nameyana bidestxistine.  Koç eşkere kir ku, di rojên pêş de CHP, wê naveroka ew nameyên Oslo’yê bi rayagiştî re eşkere bike.   
Haluk Koç anî ziman ku, bi eşkere bûyîna naveroka nameyan, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, wê rojên zor bijî. 
Di derbarê lêpirsîna misteşarê MÎTê Hakan Fîdan de, a ku Serdozgeriya Komarê xwestibû îfadeya wan bigre de jî Koç diyar kir ku, serokwezîr Erdogan baş zanibû ku lêpirsîn wê bigihîşta wî. Ji ber vê rastiyê, wî bilez û bez tedbîr girt û zagoneke taybet derxist. Niha ji bo lêpirsîn karibe were kirin, lazime destûra serokwezîr were girtin.