Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, piştî demeke dirêj, derkete pêş çapemeniyê û daxuyanî da. Li Stenbolê, li pêş Dadgeha Çaglayanê a ku 2 rojên 44 rojnamevanên Kurd, ku jê 36 girtî ne, tên darizandin, diyar kir ku, “li vî welatî (Tirkiyê) pirsgirêkeke Tirk heye, ne pirsgirêka Kurd.”
Daxuyaniya Sirri Sureyye Onder: “Ger em, di wateya pirsgirêkê de, li ser meselê bisekinin, li vî welatî pirsgirêkeke Tirk Heye, ne pirsgirêka Kurd. Çimkî Kurdên din, ti cara nebûne Tirk. Lê Tirkên din, her tim Kurd in.”
“Her şev li ser ekranên her televizyonê pirsgirêka Kurd tê niqaşkirin. Lê di nav kesên ku pirsgirêka Kurd niqaş dikin de, Kurd bixwe tine. Huseyin Çelik li kanaleke televizyonê ye, Burhan Kuzu li kanaleke din e. Bixwe lêdixin û bixwe dileyîzin. Di bernameyên ku bi 4-5 moderatoran tên kirin de jî, banga tirşikçiyekî nobedar dikin.”