Serrûpel Nûçe Balyozê Amerîka yê Lîbyayê hate kuştin

Balyozê Amerîka yê Lîbyayê hate kuştin

Belav bike

Li gorî nûçeya ku, ji aliyê Reutersê ve hatiye belavkirin, li bajarê Lîbya li Bîngazîyê, li hemberî avahiya balyozxaneya Amerîkayê êrîşeke roketê pêk hatiye û di encama êrîşê de, balyozê Amerîkayê û 3 xebatkarên balyozxaneyê jiyana xwe ji dest dane.  
Karbidestên Lîbyayî, diyar kirine ku, şeva çûyî li hemberî avahiya balyozxaneya Amerîkayê êrîş pêk hatiye û balyozê Amerîkayê jiyana xwe wenda kiriye.
Dîsa, Berdevka Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Victoria Nuland, şeva çûyî di seetên dereng de daxuyandiye ku, li hemberî balyozxaneya wan milîtanan êrîş pêk anîne û bi rayedarên Lîbyayê re hewl didin ku avahiyê bigrine bin kontrola xwe.