Serrûpel Nûçe Bi sed hezaran Katalan ji bo azadiyê meşiyan

Bi sed hezaran Katalan ji bo azadiyê meşiyan

Belav bike

Li bajarê Spanya ku li herêma Katalonya ye, ji bo azadiya Katalonya, mîlyonek û 500 hezar kes meşiyan.
Li Barcelonayê her sal, bi minasebeta salvegera dagirkirina Barcelona a ji aliyê Spanya ve, ku 300 sal derbas bûye, di 11ê Îlonê de Katalan têne ba hev û dimeşin. Meşa îsal gellekî girseyî derbas bû. Kesên beşdarî meşê bûn, bi hev re, bi sloganên wek, “Katalonya, dewleta nû a Ewrupa ye” qîriyan.
Li gorî agahiyên ku polîsên Barcelonayê dane, hejmara kesên beşdarî meşê bûne, zêdetirî mîlyonek û 500 hezarî bûye.