Serrûpel Nûçe Divê hemû parçe xizmeta Rojavayê Kurdistanê bikin

Divê hemû parçe xizmeta Rojavayê Kurdistanê bikin

Belav bike

 Karayilan tevlî bernameya taybet ya Ronahî TV’yê bû û di axivitina xwe de bang li hemû parçeyên Kurdistanê kir û bi taybet başûr û bakur ku xizmeta gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê bikin. Her weha Karayilan bal kişand ser xizmet û fedekariyên Kurdên Rojava di têkoşîna pareçyên din de kirîn û bi taybet xizmeta vî parçeyî dayî Başûr û Bakur û got ‘ji ber wê jî divê hemû parçe xizmeta Rojava bikin.’ Karayilan diyarkir jî ku ‘divê prçeyên din di warê siyasî û dîplomasî de alîkariya vî parçeyî bikin’ û got ku li vî parçeyî niha pirsa aborî heye û bang li Herêma Kurdistanê kir ku ‘divê di vê demê de Herêma Kurdistanê ne sînorê xwe bigire, divê sînor veke. Saziyên sivîl yên Kurdistanê û navneteweyî dixwazin alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.’ Karayilan got jî ku dawaz nakin û nabêjin bila pêşmerge yan gerîla biçin wê derê, gel bi xwe xwe diparêze. Her weha diyarkir ku ferqa tu partiyan li cem wan tune ye û ew piştgiriya DBK’ê dikin.

 

Avestakurd