Bîlgesam, saziya lêkolînê, li ser pirsgirêka Kurd lêkolînek çêkiriye. Encamên gellekî balkêş derketine holê. Li gorî lêkolîna saziya Bîlgesamê, li Tirkiyê ji Tirkan zêdetir, Kurd dixwazin ku bi Tirkan re bijîn. Di vê mijarê de encama lêkolînê û rêjeya Kurd û Tirkan wiha ye: Ji % 90 Kurd dixwazin bi Tirkan re bijîn. Ji % 70 jî Tirk dixwazin bi Kurdan re bijîn. Yanê ji 100 kesî 10 kes ji Kurdan, 30 kes jî ji Tirkan, naxwazin ku Kurd û Tirk bi hev re bijîn.
Di mijareke din de jî derketiye holê ku, Kurd hîn zêde dixwazin bi Tirkan re bibine cîran an xizm. Ji % 24 Tirk, bi çavekî erênî ji cîranî û merivatiya Kurdan dinêrin. Ji % 78 Kurd ji cîranî û merivatiya Tirkan re “erê” ne.
Dîsa li gorî daneyên lêkolînê, Kurd ji % 71 piştgiriyê didine doza KCKê.
Lêkolîn ji aliyê Bîlgesamê (Navenda Lêkolînên Stratejîk a Mirovên Zanyar) ve hatiye çêkirin. Ji 2 hezar û 922 hemwelatiyên Tirkiyê re lêkolîn hatiye kirin.