di 2 mehên dawiyê de, 5 qatî gerîlayên PKKê yên ku hatine kuştin, ciwanên Kurd hilkişiyane çiya.
Gerîlayê HPGê Hakan Turgut, yê bi navê kod Serhad Hakkarî, ku li Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê hate binaxkirin. Parlementerê BDPê yê Colemêrgî Adîl Kurt jî beşdarî binaxkirinê bû û axifî. Adîl Kurt wiha hestên xwe anîne ziman: “Niha ev xortê ku em binax dikin, tenê ne ewladê malbata wî ye, ew ewladê hemû gelê Kurd e. Di 2 mehên dawiyê de, me gellek xortên Kurd binax kirin. Lê tenê li ser xaka Colemêrgê û çiyan 5 qatî gerîlayên ku hatine kuştin, xortên Kurd derketine çiya. Hêviya me ew e ku ev şehîd bibe şehîdê herî dawîn. Bila êdî xortên Kurd, xortên Tirk, Ereb û Çerkezan nemirin.”