Serrûpel Nûçe Artêşa Tirk xwe ji bo operasyoneke mezin amade dike

Artêşa Tirk xwe ji bo operasyoneke mezin amade dike

Belav bike

 Li gor çavkaniyên çapemeniya Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê xwe amade dike li roja 17’ê Îlonê de, êrîşeke berfireh ya asîmanî bibe ser deverên Şemzînan û Elkê ên di bin kontrola gerîlayên PKK’ê de. Hat zanîn, artêşa Tirkiyê gelek balefirên şer ji Konya, Eskîşehîr, Amasya û Bandirmayê şandine balefirgeha leşkerî ya Amedê. Her weha ji gelek cerdevanan re hatiye gotin ku ji bo roja 17’ê Îlonê xwe amade bikin. Ji aliyekî din ve artêşê 4 hezar leşker ji çend bajarên Tirkiyê bi rêya Wanê şandine Şirnex û Colemêrgê.

 

 

Avestakurd