Serrûpel Nûçe Boksor Muhammed Alî “Madalya Azadiyê” wergirt

Boksor Muhammed Alî “Madalya Azadiyê” wergirt

Belav bike

Li Philadelphia Amerîkayê, boksorê efsanewî Muhammed Alî Clay, bi merasîmeke ku hevjîna wî Lonnia û keçika wî Laila jî beşdar bûn, xelata “Madalya Azadiyê” wergirt. 
Boksorê efsanewî, di merasîmê de gellekî bêhal xuyadikir û li ser linga ancax bi alîkariyê karibû bisekine. Muhammed Alî, di sala 1981 an de dest ji boksê kişand. 
Madalya Azadiyê, li ser xebatên Muhammed Alî yên di mijarên wek mafên mirova, azadiya olî û alîkariya mirovî dane wî. Navên ku li cîhanê tên naskirin yên wek Serokdewletê berê yê Efrîka Başûr Nelson Mandela, Serokdewletê berê yê Amerîka Jimmy Carter û solîstê koma muzîkê U2’yê Bono, Madalya Azadiyê wergirtine.