Serrûpel Nûçe 23 hezar penaberên Rojava li kampa Domîz dijîn

23 hezar penaberên Rojava li kampa Domîz dijîn

Belav bike

Rêveberê Fermangeha Koç û Koçberan li parzêgeha Duhokê Mihemed Ebdila ji Aknewsê re axivî û got “Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Domîz gihişte zêdeyî 23 hezar kesan.” Her weha got ku ew ligel UNHCR li kampa Domîz kar dikin. Ebdila got ku heta niha wan 2.5 milyon dolarên Emerîkî li ser penaberan xerc kirine. Ebdila aşkere jî kir ku wan daxwaza 3.5 milyon dolar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine. Ebdila bang li Hikûmeta Bexdayê jî kir ku bilez alîkariyê bigihînin penaberan. Hêjayî gotinê ye, rojane hejmareke zêde xelkên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin kampa Domîz, car caran di hefteyekê hejmara kesên ji Rojava tê digihe 1000 kesan.

 

Avestakurd