rojeke vekirî bo karê pakirina kolanên bajarê Kobanî pêk hatibû.
Roja karê pakirina bajarê Kobanî ji seet 09:00 sibehê ji pêş belediya Kobanî de bi kombûn û beşdarbûna hevalên partiyên kurd û hevrêzên ciwanan yên şoreşê û rêxistinên sivîl û gelek kesayetiyên serbixwe dest pêkir, ta derdora seet 14:00 piştî nîvro berdewam kir û rojeke serkeftî bo pakirina bajarê Kobanî kuta û derbas bû.
Hêjayî gotinê ye ku roja vekirî bo karê pakirinê cihê kêfxweşî û razîbûna miletê bajarê Kobanî bû, ji ber wê gelek kes ji xwe ber tevlî karê pakirinê bûn û gelek ji xwediyên malan jî di kolanan de alîkar bûn.
I.K