Serrûpel Nûçe Stargeha “Roja Qiyametê“

Stargeha “Roja Qiyametê“

Belav bike

Li eyaleta Amerîka li Kansasê, bi armanca xwe ji roja qiyametê parastinê, di binê erdê de avahiyekê çêdikin. Avahiya taybet a ku bona roja qiyametê tê çêkirin, 53 metro di bin erdê de ye. Avahî an stargeh, ji 14 qatan pêk tê.
7 qatên avahiyê, ji bo jiyana malê ê bêne bikaranîn. Di avahiyê de hewz, sînema û pirtûkxane jî ê were çêkirin. Ji bo her qatêkî avahiyê,  2 mîlyon dolar tê xwestin.
Proje, ji aliyê Larry Hall ve hatiye geşedandin. Tê diyarkirin ku, kesên wek ji şer, teqînên li rojê, qeyrana aboriyê, êrîşên terorê ditirsin, eleqeyê nîşana vê projeyê didin.   
Larry Hall diyar dike ku, ew ê di deraxî mehekê de hemû qatan bifiroşin.