Hat zanîn, di hevdîtinê de Esed diyar kiriye ku ew piştgirin ji bo çareseriya aloziyê. Û ew ê alîkar bin ji bo her hewldan û gaveke ji bo çareseriyê bê avitin. Her weha Esed got ku “Merca me ew e bê alî û serxweyî rêgiz bin di çareseriyê de.” Brahîmî di berdewamiya daxuyaniya xwe ya çapemeniyê re got “Alozî kûr dibe û rewşa Sûriyê metirsiyeke mezin li ser herêm û cîhanê destnîşan dikin.” Hêjayî gotinê ye, hat zanîn ku dê Brahîmî ligel muxalif, balyozên Rûsya û Çînê re jî hevdîtinan pêk bîne.
Avestakurd