Parlementerê Mereşê yê CHP Durdu Ozpolat, di derbarê mirina kurê parlementerê Muşê yê BDP Sirri Sakik de, hûrgulîyeke balkêş anî ziman. Ozpolatê ku dostê malbata Sakik e, wiha dibêje, “Xortekî efendî, giran û hinekî bergirtî bû. Li ser wî, mirina diya wî ya zû bandoreke neyênî li ser wî çêkiribû. Çend rojan berê, Sirri beg, li ser hev 3 rojan, mirina kurê xwe di xewna xwe de dibîne. Ji ber vê, di rojên dawiyê de, zêde li ser kurê xwe disekinî û nedixwest ji cem xwe dûr bixîne.”