Serrûpel Nûçe NASA di 26 çirkan de siruşt şîrove kir

NASA di 26 çirkan de siruşt şîrove kir

Belav bike

NASA’yê (Daîreya Feza û Hewageriyê a Netewî) a Amerîka, di derbarê germahiya kûreyî de vîdyoyek amade kir. Di vîdyoyê de, NASA di 26 çirka de guherîna siriştê a 132 salan vedibêje.
Vîdyo radixîne ber çavan ku, ji sala 1880 yî vir ve, her sal germahiya cîhanê zêde dibe.
Li gorî daneyan, sala 2010 an, sala herî germ a 30 salên dawiyê ye. Dîsa sala 2011 an jî, di nav10 salên herî germ de cih digre. Ferqa germahiyê a di navbera salên 2010 û 2011 an de, 0.12 santîgrat pile ye. 
Di mijara germahiya kûreyê de, belkî jî a herî balkêş ev e ku, di nav salên herî germ yên 130 salên dawiyê de, tenê 9 salên herî germ, di salên 2000 î de hatine jiyandin.