Serrûpel Nûçe Peymana petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Peymana petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Belav bike
 lihevkirin û dê li hefteya bê her du alî peymana di navbera xwe de mor bikin. Gelo di vê peymanê de çi heye?
 

Li gor peymana petrolê a di navbera Hewlêr û Bexdayê de:

 

1. Dê Herêma Kurdistanê rojane 140 hezar bermîl bi rêya Bexda bişîne û di nava 3’ê mehan de divê ev hejmar bigihe 200 hezar bermîl.

 

2.Hikûmeta Îraqê jî dê di nava hefteyekê de sulfeyeke bi qasî trilyonek dînarê Îraqî wek kirêya kompaniyên petrolê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

3. Divê li sala bê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê henadeya petrolê destnîşan bike ligel kirêya kompaniyên biyanî da ku bikeve nava budceya giştî ya Îraqê de.

 

4. Divê para Herêma Kurdistanê 17 ji sedî ji berhemên petrola li Îraqê tê belavkirin bê dayîn ligel terxankirina 17 ji sedî sûtemeniyê bo wêstgehên elektirîkê yên Herêma Kurdistanê.

 

5. Ne pêkanîna yek ji van bendan tê wateya binpêkirina hemû bendên peymanê.

Avestakurd