Di vî wêneyî de kalkê bavê xudanê van xetan Qeymezê Mihê Pîrê bi cil û bergên kurmancî ve rûniştîye. Ev wêneya li sala 1966-an hatîye kişandinê. Temenê kalkê Qeymez li wê demê 115 salî bû. Lê ewî 120 sal emir kir. Di wêne de li dora wî çend nevîçirkên wî civyane. Îro ewana bûne xwey mal û zaro, nevîyên wana jî îdî hene. Hinek ji wan xwend
Serpêhatîya kalê dewrana–Qeymezê Miho dûr û dirêj û gelekî balkêşe. Miho hela hê biçûk bûye, gava bavê wî Heso diçe rehma Xwedê. Dayka Miho li ser wî kurê xwe dimîne, mêr nake û pîr dibe. Lema jî vê malbetê ra gotine malbeta Mihê Pîrê, ya ku di nava kurdên êzîdî yên Ermenîstanê de bi wî navî tê naskirinê. Em wê jî bêjin, wekî eva malbeta ji qebîla Stûrkane. Lê Stûrtkan bi xwe jî dikevine nava êla Sîpkan.
Bi gotina Qeymezê Miho, di şerê Lorîs Mêlîkov de (ewî şerê rûsan-tirka yê li salên 1876-77-an re usa digot) ew 20-25 salî bûye. Ew li gundê Baysizê li Ermenîstanê ji dayîkê bûye. Qemezê Miho navê gênêralê rûsan yê bi eslê xwe ve kurd Gulî Cewar Axa Şemşedînov baş dizanibû. Lê kurê Gulî Cewar Axa – Elî Eşref Beg, ku di sala 1851-ê hatîye dinê, kalkê Qeymez li sala 1914-an ew dîtibû û bi wî re dabû-standibû. Elî Eşref Beg Şemşedînov wî çaxî bi rutbê gênêralê eskerên rûsan bûye. Qeymez Miho bîr danî, wekî berî şerê cihanê yê yekemîn, hukum û tesîra Elî Eşref Beg li Serhedê zor bûye, li çayên Sînekê û Tendûrekê girtî hetanî deşta Îdirê, her waha berpala başûr-rojavayê çîyayê Elegezê jî di bin bandûra wî de bû. Elî Eşref Beg gênêralê rûsan bû, terbîyet-torê wî bi qanûnên dewleta Nîkolayê Padşê rûs bûn. Lewra jî ewî bi xêrxwezî li êzîdîyên vê hermê dinhêrî. Di sala 1917-an, pişîtî şorişa cotmehê (oktobr), gava eskerên rûsan ji vê herêmê derdikevin, gênêral Elî Eşref Beg bi mecbûrî derbazî hêla Romê dibe…
Heta naha jî navê Gulî Cewar Axa û kurê wî Elî Eşref Beg li gundê Baysizê bi qedir û hurmet bîr tînin.
Me got, wekî Qeymezê Miho weke 120 salan emir kir. Ew di sala 1972-an de li gûndê kal-bavên xwe Baysizê çû li ser dilovanîya xwe. Li ser dirêj jîyana Qeymezê Miho çapemenîya ermenîya, usan jî rojnama «Rya teze» di dema xwe de nivîsîne. Lê di pirtûka Taharê Emer ya bi navê «Cangîr Axa» de beşek li ser wî hatîye nivîsarê wek mirovekî zor, bîlyan û dinêdîtî, ku bûye şedê gelek bûyerên dîrokî. Di pirtûka Dmîtrî Pîrbarî de ya bi navê «Êzîdîyên Serhedê» behsa Qeymezê Miho tê kirin wek mirovekî di nav Stûrkan de xwey qedir û bi nav.
Meha adarê sala 1918-an, gava tirk dighîjine hêla Elegezê, ew weke 700 mêrên êzîdîyan dîl digrin. Di nava wan de usa jî Qeymezê Miho bûye. Wana berbi Erzrûmê dibin. Payê pirrê li rê ve ji ber birçîbûnê, nexweşîyê, sur û sermê dimrin. Nêzîkî 200 kes dimînin, wana jî ji Alêksandrapolê (Lênînakana berê, naha Gumrî) bi trênê dibime Erzrûmê û davêjne hebsê. Piştî salekê ji kela Erzrûmê tenê 7 kes xilas dibin. Ji wana yek jî Qeymezê Miho bû. Ew mirovekî bi hêz û teyax bû.
Di şerê cihanê yê duemîm de, yanê di şerê Sovîyêtê yê dijî Almanîya faşîst de, hersê kurên Qeymezê Miho çûne ber şêr û hatine kuştinê, lê kalkê Qeymez dîsa qels nebû. Ewî nevyên xwe xwedî kir û mezin kir. Ew kalemêrê dewrana wî çaxî, salên paşî şêr nêzîkî 90 salî bû. Ewî zevî cot dikir, nan didrût, erebe bar dikir û ji kewşen kuleş dikşande gund. Û di rê de xwe re kilam distra. Der-cinaran digotin, dibek kalê aqlê xwe unda kirye, hersê kurên wî çûne ber şêr û nehatin, lê xema wî nîne, xwera distrê. Ewî bersiva wan awa dida: «Di salên şêr de sê dax li dilê min ketin, bila ya dila di dila de bimîne, lê vê gavê min re ya sereke ewe, ku nevyên xwe mezin bikim. Pêwîste ew bizanibin, ku ez heme, bi hêz û li ser xweme. Ezê hela wana bizewcînim, nevîçirkên xwe jî bighînime bext-mirazan. Wê şûn ve mirin emrê Xwedê ye!».
Ûsa jî bû. Kalikê Qeymez nevîçirkên xwe dît. Her tenê du mehan nexweş ket û qet nekete li ber destan: li ser milên nevîyên xwe jî dexdîr da. Qeymezê Miho di nava malbeta Mihê Pîrê de kalkê teva tê hesabê.
Di çarçoveya 60 salîya altindarîya gelên Sovîyêt di şerê dijî almanên faşîst de rojnama rûsî ya bi navê «Prîgorodnîyê vêstî» («Deng û behsên dorhêla bajêr») ya bajarê Îjêvskê(Rûsya) di hejmareke xwe de li ser zîrekî û berxwedana kalkê Qeymez gotereke balkêş weşand, wêneyên şehîdên vê malbetê û ev wêne jî çap kir…