Serrûpel Nûçe Sîdar çawa û çima xwe kuşt?

Sîdar çawa û çima xwe kuşt?

Belav bike
ji derve dengê çekan hat. Piştre Sırrı Sakık, bi telefonê li kurê xwe geriya û got: “Lawê min, li derva tevlîhevî heye, dereng jî bû. De êdî were.” Lê Sidar nehat, paşê Sırrı Sakık cara duyê li kurê xwe geriya û ew gazî malê kir.

Lê dema seet dihat diduyê şevê parlamenterê din ji malê derket, Sidar jî hat malê. Piştî hatina kurê xwe, Sırrı Sakık ji bo razanê derbasî odeya xwe bû. Lê dengê nîqaşan dihat, lewra Sîdar Sakık li ser telefonê bi yekî re dida ber hev. Sırrı Sakık çû ser balkonê dît ku, kurê wî gelek tengijî xuya dike.


Kurê xwe qanî kir bir oda wî û telefon jî jê girt. Lê piştî demekê dîsa derket balkonê, mixabin Sidar Sakık li ser balkonê ber bi xwe avêtinê bû. Sırrı Sakık hewl da ku, ew xwe nevêje; lê hewla wî bê encam ma. Sidarê 25 salî xwe avêt û beriya avêtinê jî wiha gote bavê xwe: “Bavo min gelek tu xemgîn kirî!”

Xeberenkurdi: Miheme