Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî, bi rêvebirê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, Bajarvan Osman Baydemir li vahîyê şaredarîyê zîyaret kir. Bajavan Osman Baydemir destnîşan kir Îsmaîl Beşikçi temsîla wijdana gelê Kurd û Tirk e.
Îsmaîl Beşîkçi got, Afrîkaya Başur û Amerîka 40-50 sal berê jiber kirinên li hember Reşikan welatên heri nîjadperest dihatin nasîn. Beşîkçî got li wan deran ji Reşikan re nedigotin ‘bibin weki me” lê, Tirkiye ji Kurdan re dibêje “tu dikarî di nav me de bijî, lê lazim e ku tu bibî wekî me.”
Sosyolog Beşîkçî destnîşan kir bi vê helwestê Tirkiye ji her du dewletên din nîjadperestir e, jiber ku ne Afrîkaya Başûr, ne jî Amerîka tu caran ji Reşikan re negotine bibin wekî me û eslê xwe jibîr bikin.”
İsmaîl Beşîkçî destnîşan kir car caran hewildanên rewşenbîran çêdibin û bang li PKK’ê dikin da ku dest ji çekan berde. Wî her wiha got “ji PKK’ê zêdetir divê bang li dewletê bikin da ku mafên rewa yên gelê Kurd, yên ku bi salan e binpê dike, êdî teslîmî wan bike.”
Hatice Kamer – VOA