AVESTA KURD – Duh (16-9-2012) serokê hêzên parastina şoreşgerî yên Iranê “Mihemed Elî Ceiferî” bi rengekî fermî ragihan ku hêzên parastina şoreşgerî yên Iranê li Sûriyê û Libnanê hene.
Ceiferî gotibû ku hêzên parastina şoreşgerî yên Iranê ji bo alîkariyên şêwirmendî yên neye leşgerî li Sûriyê û Libnanê amede ne, lê ger ku êrîşên leşgerî werin ser Sûriyê, Iran razî nabe û wê piştgiriya leşgerî jî ji Sûriyê re pêşkêş bike.
I.K