Serrûpel Nûçe Cezayê belavkirina muzîkê li ser Facebookê 50.000

Cezayê belavkirina muzîkê li ser Facebookê 50.000

Belav bike

Li Tirkiyê, di mijara bêdestûr parvekirina berhemên huner û ramanê de, zagon tê guherandin. Ji kesên ku bêdestûr wê muzîk, pirtûk, fîlm û gotara parve bikin re, cezayên giran dike di zagona tê guherandin de cîh bigre. Li gorî zagona nû a ku tê amadekirin, li ser medyaya civakî, wek facebook û twitterê, cezayê muzîk parvekirinê, 50 hezar lîre ye.
Ji bo astengkirina, bêdestûr bikaranîna berhemên huner û ramanê, bernameyên kompîtoran yên ku kesên ku berheman  wek qeçax bikartînin tesbît bike, tên amadekirin. Her berhemek dike  şîfreyeke xwe hebe û dema berhemekê bixwazî ji kompîtoreke din bar bikî an parve bikî, tavilê wê were tesbît kirin.
Dîsa, kesên ku albumên muzîkê yên ji înternetê hatine daxistin, di wesaîta xwe de bikarbîne û were girtin, ji bo vê jî cezayê pereyan wê were xwestin.