Serrûpel Nûçe Derwîş: Komîteya ENKS ya têkliyên derve cemidiye

Derwîş: Komîteya ENKS ya têkliyên derve cemidiye

Belav bike

û sekreterê partiya Demoqrat ya Pêşverû ya kurd li Sûriyê siyasetmedar “Ebdilhemîd Derwîş” di daxuyaniyeke xwe de gotibû, ku zêdebûna hijmara endamên komîteya têkliyên derve ya ENKS hîştiye ku karê komîteyê were cemidandin.

Herweha Derwîş gotibû ku hin partiyên lawaz di ENKS de bi derbaskirina hevalên xwe bo komîteya têkliyên derve, dixwazin bi wê yekê rêklamê ji xwe re çê bikin, lê wan bandoreke nerînî li karê komîteya têkliyên derve kirin û hîştin ku karê komîteyê were cemidandin.

Hêjayî gotinê ye ku di dema dawîn de her 16 partiyên di ENKS de xwestibûn ku hevalên wan di komîteya têkliyên derve de hebin, ji ber wê komîteya ENKS ya rêvebir û cîbicîkirinê biryarek stendibû û ji her partiyekê re endamek xistibû komîteya têkliyên derve, herweha 4 kesayetiyên serbixwe, ango hijmara komîteya têkliyên derve ya ENKS ji 10 endaman ana bûye 20 endam.  

I.K