Serrûpel Nûçe Li Maldîvan dans hate qedexekirin

Li Maldîvan dans hate qedexekirin

Belav bike

Ji aliyê hikumetê ve, biryar hate girtin ku, êdî li Maldîvan, di nav civakê de dans kirin qedexe ye. Sedema qedexekirina dansê jî, bilindkirina nirxên îslamî ye.  
Wezîrê Ciwaniyê Mihemmed Şerîf eşkere kiriye ku, di nav civakê de, bi hev re danskirina jin û mêran hatiye qedexekirin. Şerîf dibêje, ji bo em exlaqê ciwanan biparêzin, me ev biryara girtiye. 
Li Giravên Maldîvan ev qedexeya ji bo zarokan nîne lê, keçên ku hîn reşîd nebûne re jî qedexe ye. 
Li Maldîvan ola fermî îslam e. Hefta çûyî jî fetwayek hatibû dayîn ku, muzîk zirarê dide exlaqê ciwanan. Berê jî, li derên ser vekirî vexwarina alkolê hatibû qedexekirin.